Li Muglayê hejmarek koçberên Iraqî û Sûriyeyî hatin girtin
PeyamaKurd - Li peravên navçeya Dalaman a bajarê Mugla yê Tirkiyê, 37 koçberên neyasayî hatin desteserkirin ku hejmarek ji wan jin û zarok in û hewil didan bi rêyên qeçax ji Tirkiyê derkevin û biçin welatên Ewropayê.
Hêzên ewlekariya peravan di operasyonekê de bo girtina kesên bazirganiyê bi koçberan dikin, li peravên Dalamanê komek koçber dîtin.
Kom ji 37 koçberên neyasayî pêkhatibû ku 35 ji wan Iraqî û 2 yên din Sûrî bûn û hemû ji aliyê tîmên ewlekariya peravan ve hatin girtin.
Koçber bo Bendera Gocek hatin veguhestin û piştî bidawîbûna karûbarên yasayî, radestî rêveberiya Koç û Koçberan hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin