Almanya hejmarek penaberên Iraqî dersînor dike

12 February 2025 19:41 0 dîtin
Almanya hejmarek penaberên Iraqî dersînor dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Almanya di navbera 17ê Sibatê û 4ê Adar a îsal de hejmarek penaberên iraqî dersînor bike.

Rayedarekî navendeke koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihandiye ku kesên dê bên dersînorkirin wê bo Bexdayê bên şandin.

Bi rêkeftina ku di destpêka 2023yan de di navbera Almanya û Îraqê de hatiye îmzekirin, mafê penaberiyê yê wan penaberan hatiye redkirin û ji ber wê jî biryar hatiye dayîn ku bi daxwaza wan ji Iraqê re bên şandin.

Hêjayî gotinê ye, Almanya hejmarek penaberên Bulgaristan û Xirwatistanê yên li herêma Schengenê jî dersînor dike ku bi xwe endamên Yekîtiya Ewropayê ne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Almanyayê, heta 31ê Kanûna 2024an 279 hezar û 49 welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li Almanya dijîn. Herwiha mafê penaberiyê yê 22 hezar û 757 kesan jî hatiye redkirin. Ji destpêka 2024an ve 222 kes li Iraq û Kurdistanê hatine vegerandin.