Li Almanya dersînorkirina penaberên Sûriyê ji serê salê pê de dest pê dike

28 December 2020 01:05 0 dîtin
Li Almanya dersînorkirina penaberên Sûriyê ji serê salê pê de dest pê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer, ragihand ku wê dersînorkirina penaberên sûrî yên tevî tawanan bûne 1ê Çileya sala 2021ê dest pê bike.

Seehofer ji medya Alman re daye xuyakirin, wan digel Dezgeha Koç û Koçberiyê biryar daye ji 1ê Çileya 2021ê şûn de dosyeyên wan penaberên zagonên Alman binpê kirine û beşdarî tawanan bûne ji nû ve vekin û rê li ber dersînorkirina wan vekin.

Seehofer, pêwîstiya dersînorkirina wan kesan aniye ziman û diyar kiriye, ew proseyeke domdar e û gotiye, divê yên tawanên giran kirine û makeqanûn binpê kirine ji welatê wan derkevin.