Wê Almanya besek ji penaberên Sûriyê vegerîne welatê wan

05 January 2025 12:26 0 dîtin
Wê Almanya besek ji penaberên Sûriyê vegerîne welatê wan

PeyamaKurd - Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ragihand, dibe ku hikûmeta Almanyayê "Yasaya Parastina Takekesî" ji bo hin penaberên Sûriyeyî red bike û wan vegerîne welatê wan.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser got ku hejmarek ji penaberên Sûriyeyî li Almanyayê bi rêya yasaya parastina takekesî mafê penaberiyê wergirtiye û dibe ku ew bên vegerandin ji ber ku ew rejîma ku bûbû sedem ku ew Sûriyeyî mafê penaberiyê li Almanyayê wergirin êdî nemaye.

Nancy Faeserê diyar kir, "Wekî ku di yasaya welatê me de hatiye diyarkirin, divê Nivîsgeha Federal a Penaberan û Koçberan a Almanyayê, nirxandin û lêkolînê li ser dosyeyên wan penaberên Sûriyeyî bike ku êdî pêdiviya wan bi mafê parastinê nîne û dibe ku em vî mafî ji wan bistînin, ev jî ji ber ku rewşa Sûriyeyê aramtir bûye."

Nancy Faeserê bal kişand ser ku ev biryar tenê wan kesan digire ku mafê mayînê li ser bingeha kar yan perwerdehiya karî negirtine yan jî ew kesên ku bi dilxwazî venagerin lê ew kesên ku bi başî tevlî civaka Almanyayê bûne, kar dikin, zimanê Almanî hîn bûne û cihê xwe çespandine, dikarin bimînin.