Tirkiye | Pîrozbahiya sersalê serê penaberên Sûriyê xwar!
PeyamaKurd – Piştî ku şeva sersalê dîmenên pîrozbahiyê yên penaberên Sûriyê li Taksîma Stenbolê hatin belavkirin, gelek bertek ji penaberên Sûriyê re hatin nîşandan. Li ser medya civakî bi sernavê ‘Em li welatê xwe Sûrîyan naxwazin’ gelek parvekirin hatin kirin.
Bi taybet bi belavkirina wan dîmen û vîdyoyên ser medya civakî re, Tirk li dijî hebûna wan a li Tirkiyê derketin û di parvekirinên xwe de, parvekirinên wekî; bila herin welatê xwe şer bikin, ji bo çi kêfê dikin? hatin belavkirin.
Penaberên ereb ên Sûriyê, li Taksîmê ala opozîsyona çekdar a Sûriyê jî vekiribûn ku heta gelek kesayetên naskirî û nivîskarên tirk jî li dijî hebûna wan a li Tirkiyê derketin û gotin, “Leşkerên me diçin li şûna wan li Sûriyê şer dikin, ew jî li vir kêfê dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin