Fuad Husên: Sandên Tirkiye-Iraqê pirsa ewlekarî û serê dijî terorê gotûbêj dikin

26 January 2025 13:43 0 dîtin
Fuad Husên: Sandên Tirkiye-Iraqê pirsa ewlekarî û serê dijî terorê gotûbêj dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 26ê Çile di civîna rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de ragihand, “Pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Iraqê baş in û me li ser çawaniya pêşxistina pêwendiyên, piştî serdana Serokkomar Erdogan bo Bexdayê gotûbêj kirin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir, ew dikarin bi Tirkiyeyê re di gelek waran de bi taybetî bazirganî û siyasî bi hev re kar bikin û got: “Pêwendiyên Iraq û Tirkiyeyê yên dîrokî û stratejîk hene.”

Fuad Husên da zanîn, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Sûriyeyê û herêmê û hebûna terorîstên DAIŞê li ser sînor jî gotûbêj kirine. 

Husên bal kişand ser, di demên pêş de, hinek civîn dê di navbera Enqere û Bexdayê de li ser mijarên ewlekariya herêmê û şerê li dijî terorê di pêşerojê de bên lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 26ê Çile gihîşt Bexdayê û biryar e bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî re bicive.