Sandên Tirkiye û Iraqê pêkanîna 'Projeya Rêya Gesepêdanê' gotûbêj kir
PeyamaKurd – Şandeke Tirkiyê bi serkotiy aWezîrê Binesazî û Gihandinê Abdulkadîr Uraloglu serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û bi şanda Iraqê re li ser projeya rêya geşepêdanê gotûbêj kirin.
Li gorî medya Tirkiyê, Uraloglu bi hemkarê xwe yê Iraqê re civiyaye û destnîşan kiriye ku wê projeya rêye geşepêdanê ya rojhilata navîn heta sala 2028an temam bibe û ew amade ne bi Iraqê û hemû welatên din re hevkariyê bikin.
Wezîrê Gihandinê yê Iraqê Rezaq Muheybes ji hemkarê xwe yê Tirk re ragihandiye ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye ku amadekariyên pêwîst ên ji bo pêkanîna wê projeyê werin temamkirin.
Hêjayî gotinê ye, Projeya Rêya Geşepêdanê wekî rêyeke alternatîf a bazirganiyê hatiye plankirin. Proje ji Kendava Besrayê û Bendera Law dest pê dike, ber bi bakurê Iraqê ve bi dirêjahiya 1200 km rêya hesinî digihe Tirkiyeyê ku dê di çarçoveya projeyê de rêgeha Besra, Bexda û Musilê bi tora rêhesinê bê girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin