Fuad Husên: Dosyeya terorê û valakirina Kampa Holê karê pêsîn ê Iraqê ye

08 June 2023 20:43 0 dîtin
Fuad Husên: Dosyeya terorê û valakirina Kampa Holê karê pêsîn ê Iraqê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku li Riyadê birêve çû axivî û got, dosyeya rûbirûbûna terorê û valakirina Kampa Holê karekî pêşîn ê hikûmeta Iraqê ye.

Fuad Husên ragihand, hikûmeta Iraqê kar li ser baştirkirina xizmetguzariyan û avakirina jêrxaneya bihêzkirina aborî û rûbirûbûna gendeliyê dike, herwiha aramiya ewlehiya navçeyên azadkirî û vegera awareyan jî beşek ji wan pêngavên e.

Fuad Husên got, Iraq rijd e li ser bidawîanîna dosyeya awareyan di nav xwe de û heta niha 148 kamp hatine girtin û tenê du kamp li Neynewa û Enbarê û 26 kamp li Herêma Kurdistanê mane.

Husên herwiha da zanîn, nêzîkî sê hezar çekdarên DAIŞê ji Sûriyê hatine wergirtin û piraniya wan jî hatine dadgehîkirin.