Serê li Bendava Tisrînê didome: HSDyê droneke Tirkiyeyê xist xwarê

12 February 2025 16:13 0 dîtin
Serê li Bendava Tisrînê didome: HSDyê droneke Tirkiyeyê xist xwarê

PeyamaKurd – Ji 12yê kanûna 2024an ve Şerê li Bendava Tişrînê ya li bajarê Minbicê didome. Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) droneke xistiye xwarê û li derdora pira Qere Qozaqê jî 7 çekdarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) kuştine.

Riwangeha Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) droneke Tirkiyeyê xist xwarê û 7 çekdarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li derdora Pira Qere Qozaqê kuştine.

SOHRê her weha diyar kir ku ji 12yê kanûna 2024an ve di pevçûnên di navbera HSD û ANSyê de heta niha 55 sivîlan canê xwe ji dest da ye ku 7 ji wan jin û 2 zarok in, 460 çekdarên ANSyê ji aliye HSDyê ve hatine kuştin û 99 şervanên HSDyê jî di pevçûnan de can daye.