Li rojhilatê Firêt pevçûn rawestiyan: Bendava Tisrînê di bin kontrola HSDyê de ye

14 December 2024 09:10 0 dîtin
Li rojhilatê Firêt pevçûn rawestiyan: Bendava Tisrînê di bin kontrola HSDyê de ye

PeyamaKurd – Piştî sê rojan ji şer û pevçûnên li rojhilatê Firêt, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û grûpên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) de rawestiyan. Serokê SOHRê Ramî Ebdulrehman got ku Bendava Tişrînê di bin kontrola HSDyê de ye.

Pevçûnên dijwar ên ku di 10ê kanûnê de di navbera HSD û ANSyê de li derdora bendava Tişrînê ya li ser Çemê Firêt ya li rojavayê Kobaniyê diqewimîn, ji duh êvarê ve rawestiyan.

Piştî Minbicê, Artêşa aeteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku dewleta tirk piştgiriya çekdarên wê dike, ji bo kontrolkirina Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê dest bi êrîşan kir û di encama bersivdayîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de şer derket.

Serokê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihandiye, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 3 rojên dawî de hemû êrişên dijber pûç kirine û got, “Şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û grûpên opozîsyonê li bendava Tişrînê rawestiyaye. Bendav di bin kontrola HSDyê de ma.”

Ramî Ebdulrehman her wiha got, “Roja pêncşemê hêzên amerîkî çûn herêmê ji bo rawestandina şer.”