Almanya amadekarîya dersînorkirina 173 penaberên sûrî dike

29 January 2021 22:01 0 dîtin
Almanya amadekarîya dersînorkirina 173 penaberên sûrî dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Almanyayê li ser penaberên Sûriyê yên bi sedema beşdarî tawanan bûne û girêdayî îslamîyên tundrew in, 173 penaberan dersînor.

Li gorî biryara hikûmeta Almanyayê ew koçberên Sûrî ji bo asayîşa welatê wan metirsî ne û divê wan vegerînin welatê wan.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê ragihandiye ku nêzîkî 615 kesên li Almanyayê dimînin, li ser asayîşa Almanyayê metirsî ne ku ew kes bi ser misilmanên radîkal ve ne.

Ji wan kesan 84 kes ji Sûrîyê ne û ji 279 tawanbarên hatine girtin jî 89 kes xelkê Sûriyê ne.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê biryar daye ligel Fermangeha Koç û Koçberan ji 1ê Çileya 2021 ve wan kesên destnîşankirî ji nêzîk ve bişopîne û niha 173 welatiyên Sûriyê di wê çarçoveyê de li benda deportkirinê ne.

Hikûmeta Almanyayê ji sala 2016 ve 180 welatiyên Afganî, Misrî, Cezayirî, Iraqî, Pakistanî, Lubnanî, Tirkî, Somalî û Urdinî dersînor kirine.