Almanya: Bila penaberên Sûrî yên tawanbar bo Tirkiye û Rojava bên sandin

11 December 2020 16:15 0 dîtin
Almanya: Bila penaberên Sûrî yên tawanbar bo Tirkiye û Rojava bên sandin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê wîlayeta Bavyera ya Almanyayê Joachim Herrman, daxwaz kir ku penaberên Sûrî yên muxalîfên Esed ku potansiyela wan a sûcan heye  bên dersînorkirin.

Wezîrê Almanî Herrmann, herwiha diyar kiriye ku ew kesên îhtimala wan a sûcan heye û bêne dersînorkirin jî wê bo Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê bên şandin.

Li aliyê din Wezîrê Navxwe yê wîlayeta Saksonya ya Almanyayê Boris Pistorius ku ji Partiya Sosyal Demokrat e li dijî wê daxwazê derketiye û gotiye, nabe qedexeya dersînorkirinê bê betalkirin.

Pistorius herwiha diyar kiriye ku ji bo dersînorkirinê jî ti navendeke vegerandinê nîne.