Swêdê vegerandina neçarî ya penaberên Sûrî rawestand

26 December 2024 19:01 0 dîtin
Swêdê vegerandina neçarî ya penaberên Sûrî rawestand

PeyamaKurd – Welatê Swêdê ji ber nediyarî û nebûna ewlehiyê piştî hilweşîna rejîma Esed li Sûriyê, vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan rawestand.

Li gorî ragihandina rojnamevanê Kurd li Swêdê Kurdo Baksî bo K24ê, Dezgeha Koçberan a Swêdê biryara vegerandina penaberên Sûriyeyî ji welatê xwe rawestandiye.

Wekî sedem jî dibêjin, ji bo vegerandina wan zû ye, ji ber ku rewş hê li Sûriyeyê asayî nebûye û dahatûya Sûriyê jî nediyar e.

Berpirsê Pişka Qanûnî ya Dezgeha Koçberan a Swêdê jî ragihandiye ku niha Swêd li ser pêşniyara vegerandina koçberên Sûrî kar dike, lê ji bo vegerandina wan penaberan hê zû ye, lewma Dezgeha Koçberan a Swêdê biryarek ji bo redkirina doza penaberiyê li ser vegerandina bi awayekî demkî derxistiye.

Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên sala 2019an li Swêdê 240 hezar û 997 welatiyên Sûriyeyî dijîn. Ji sala 2011an ve bi giştî nêzî 1.18 milyon welatiyên Sûriyeyî berê xwe dane welatên Ewropayê ku 189 hezar li Swêdê xwecih bûne.