Iraq, Lubnan, Urdin û Misrê li ser vegerandina penaberên Sûrî li hev kir

29 May 2024 20:03 0 dîtin
Iraq, Lubnan, Urdin û Misrê li ser vegerandina penaberên Sûrî li hev kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mîqyatî ragihand ku ew di derbarê vegera penaberên Sûrî yên li Iraq, Misir û Urdinê gehîştine rêkeftinê.

Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mîqyatî da xuyakirin ku Iraq, Urdin û Misrê, li hev kirine hemwelatiyên Sûrî vegerînin welatê wan.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Lubnanê, di konferansa 8emîn a ji bo piştgiriya paşeroja Sûriyê û herêmê li Brukselê de, bi awayekî eşkere li ser dosyeya penaberên Sûrî diyar kiriye ku pêwîste ji bo vegerandinê demeke diyar bê dayîn.