Vegerandina leskerên Sûrî yên çûbûn Iraqê dest pê kir

19 December 2024 19:33 0 dîtin
Vegerandina leskerên Sûrî yên çûbûn Iraqê dest pê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 2 hezar û 100 leşkerên rejîma berê ya Sûriyê ku dema ketina Şamê çûbûn nav axa Iraqê, wê li welatê wan bêne vegerandin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Mîqdad Mîrî, îro 19ê Kanûnê ragihand ku wan vegerandina wan leşkerên Sûriyê daye destpêkirin.

Mîrî da zanîn ku vegerandina wan leşkeran îro dest pê kiriye û piştî hevahengiya navbera Bexda û Şamê ew pêngav hatiye avêtin.

Hêjayî gotinê ye, doh Çarşemê jî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihandibû ku xebatên bo vegerandina 2 hezar û 100 leşkerên derbasî nav axa Iraqê bûne dest pê kirine. Leşkerîn sûriyî ji bo vegerin welatê xwe li navçeya Rutba ya parêzgeha Enbarê xwepêşandan kiribûn.