Wî cotkarê Kerkûkî giliyê leskerên Iraqê kir

20 February 2025 14:07 0 dîtin
Wî cotkarê Kerkûkî giliyê leskerên Iraqê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Mihemed Emîn, nûnerê cotkarên Kerkûkê, ku roja 17ê mehê rastî tundiya çekdarên artêşa Iraqê hatibû dema ku hewl dida li navçeya Sergerdanê ya Kerkûkê erdê xwe cot bike, îro Pêncşemê, 20ê Sibata 2025an, li dadgeha Iraqê endamên artêşa Iraqê gilî kir. 

Mihemed Emîn ragihand:

 “Armanca min ji vî giliyî ne ew e ku ez ceza li wan endamên artêşê bidim, lê belê armanc ew e ku rê li ber wê hişmendiyê were girtin ku bi vî awayî êrîşî welatiyên sivîl ên bêçek û bi taybetî Kurdan dike. Di şûna ku ew parastina vê herêmê li dijî êrîşên çekdarên DAIŞê bikin, ew bixwe êrîşî cotkaran dikin.”