Hêzên Iraqê êrîsî cotkarên gundekî Kurdan kir
PeyamaKurd – Piştî biryara Parlamentoya Iraqê ya vegerandina erdên wan û betalkirina biryarên rejîma berê ya Beas, cotkarên gundê Şenaxe ya Kurdan a girêdayî qezaya Dubizê, xwestin li ser zeviyên xwe karên çandiniyê bikin.
Lê belê piştî ku biryar dan dest bi karên çandiniyê bikin û traktorên xwe dan xebitandin, hêzên artêşa Iraqê êrîşî gundiyan kir.
Hate ragihandin ku hêzeke zêde ji leşkerên artêşa Iraqê bi Hummer û wesayîtên leşkerî êrîşî ser cotkarên Kurd kir û nehişt ku zeviyên xwe cot bikin û kilîlên traktoran li hemwelatiyên kurd wergirtin.
📌Yasaya vegerandina zeviyên #Kurd û Tirkmenan ên ku dema rejîma Beas ji wan hatibûn standin hate pejirandin û Serokomarê Iraqê jî yasa îmze kir.
— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) February 17, 2025
📌Tevî vê jî li #Kerkûkê cotkarên Kurd ên çûn nav zeviyên xwe rûbirûyî êrîşa hovane ya hêzên Iraqê bûn.
https://t.co/XrX8smLXQf pic.twitter.com/FSvF6qbOSG

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin