Hêzên Tirkiyê êrîsî gundê Perexê kirin: Ziyanên darayî gihîstin cotkarên gund
PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê bi doçkayan êrîşî gundê Perex ê ser bi nahiyeya Dêrkarê li Zaxoyê kirine û di encamê de ziyanên darayî gihîştine cotkarên gund.
Li gor nişteciyê gundê Perexê Şivan Ebdî do diyar kiriye, îro piştî nîvro hêzên Tirkiyê bi doçkayan gule bera derdora gundê wan daye û agir bi navçeyeke li nêzîkî gund ketiye.
Herwiha Şivan Ebdî li ser ziyanan destnîşan kiriye, ji ber agir, rez û bîstanên çend cotkaran şewitîne û ziyan gihîştiye nêzîkî 10 cotkaran, herwiha tirs jî ji bo xelkê gund çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin