Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê gundê Sehbayê topbaran kirin
PeyamaKurd – Gundê Um El-Qura yê navçeya Şehbayê, ji aliyê Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê hat topbarankirin.
Çavkaniyên xwecehî diyar kir, îro 27ê Tebaxê, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirê wî gundê Um El-Qura yê navçeya Şehbayê topbaran kirine.
Herwiha hat ragihandin, topbaran heta saet 8:00ên serê sibehê berdewam bû, lê tu zanyarî derbarê zerar û ziyanan de nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin