Idlib | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê êrîsî hêzên hikûmeta Sûriyê kirin

10 February 2020 14:56 0 dîtin
Idlib | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê êrîsî hêzên hikûmeta Sûriyê kirin

PeyamaKurd - Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Idlibê êrişeke li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê dan destpêkirin.

Li gor zanyariyên berdest, komên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li parêzgeha Idlibê êrîşeke berovaj dijî hêzên hikûmetê destpê kirin.

Li gor zanyariyên berdest komên çekdar ên alîgirên Tirkiyê li aliyên Neyreb û Seraqib êrişa li dijî hêzên hikûmetê dan destpêkirin.

Artêşa Tirkiyê, bi armanca rêlibergirtina pêşveçûna wan, çeperên hêzên hikûmeta Sûriyê yên li bajarokê Seraqibê topbaran dike.

Herwiha çavkaniyên herêmî radigihînin ku komên çekdar hewil didin pêşveçûna hêzên Sûrî rawestînin û rêya Şam-Helebê qut bikin.