Kalemêrekî Kurd ji aliyê çekdarên komên girêdayî Tirkiyê ve hat îskencekirin
PeyamaKurd – Kalemêrekî Kurd ji aliyê çekdarên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî Tirkiyê ve, li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê bi tundî hat îşkencekirin.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê Îbrahîm Şêxo hat eşkerekirin: “Roja 23yê Îlonê, li navçeya Cindirêsê ji ber ku kalemêrê Kurd ê bi navê Ebdo Murad Ehmed ê 75 salî rê nedaye çekdarên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî Tirkiyê bexçeyê wî yê zeytûnan talan bikin, îşkence li wî kirine.”
Herwiha Şêxo eşkere kiriye, dema ku kalemêrê Kurd ji çekdaran xwestiye ji nav erdê wî derkevin, êrîşî wî kirine û bi tundî lê xistine û niha li nexweşxaneyeke Efrînê tê çareserkirin lê rewşa wî ya tendirûstî ne baş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin