Li Efrînê 9 xortên Kurd ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê hatin revandin

06 July 2021 11:59 0 dîtin
Li Efrînê 9 xortên Kurd ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê hatin revandin

PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê, 9 xortên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên koma Silêman Şah (Emşat) roja 27ê Hezîrana borî kalemêrê bi navê Ebdo Hido ji bajarokê Şiyê revand û bi mebesta stendina fidyeyê, ew da bin êşkenceya hovane.

Wê rêxistinê da zanîn, piştî ku çekdarên Emşat 3 hezar Dolarên Amerîkî ji malbata Ebdo Hido stendin, ew serbest berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê herwiha eşkere kir, xortê bi navê Mistefa Mihyedîn Reşîd ku ji dema dagîrkirina Efrînî ji berî 3 salan ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û di zîndana Raî de rast êşkenceya hovane hatibû û lingekî xwe di bin êşkenceyê de wenda kiribû, roja 4ê vê mehê hat berdan.

Rêxistina mafên mirovan herwiha destnîşan kir, koma Cebhe El-Şamiyê 9 xortên Kurd revandin û birin baregeha xwe ya li gundê Kefir Cenê û bi armanca stendina fidyê ji malbatên wan, wan êşkence dide.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar dike, mîlîşyayên çekdar ên ser bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û yên di bin fermana û ecindeyên Tirkiyê de kar dikin, bi her awayî zulm û zordariyê li Kurdên Efrînê yê resen dikin, da ku neçar bibin dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin.