Komên çekdar li ser erdên Kurdên Efrînê pevçûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji şeva çûyî ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, di navbera komên çekdar ên Firqeya 112 û akinciyên ku ji Hums û Rastanê arasteyî Efrînê hatine kirin û li gundê Baadnalî ya navçeya Raco ya Efrînê hatine bi cihkirin de, şer û pevçûn derketiye.
Li gorî zanyariyan di şer û pevçûnên ku heta îro jî dom kirine de, dengê guleyan heta sibehê nesekinîye.
Hate hînbûn ku sedemê pevçûna navbera van komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê parvenekirina erdên Kurdên ku ji herêmê reviyane bûye.
Jêderan diyar kirin ku piştî dagirkirina Efrînê, komên çekdar dest danîne ser erd û milkên Kurdên herêmê yên ku ji ber zext û zora van koman ji herêmê koç kirine, lê belê piştî demekê, li ser parvekirina van erd û milkan, di navbera van koman de nakokî derketine û ji ber vê yekê ev şer û pevçûn rû dane.
Jêderan dan zanîn ku beriya pevçûnan, ji bo çareserkirina van nakokiyan, komên çekdar di nav xwe de civînekê pêk anîne, lê belê piştî ji vê civînê encamek derneketiye, şer û pevçûn rû dane.
Komên çekdar berê xwe didin rojhilatê Firatê
Ji aliyê din ve hate ragihandin ku hin komên çekdar jî bi pêşengiya Mihemed El-Casim Ebû Emşa, bi beşdariya efserên artêşa Tirk, ji bo xwe amade bikin û berê xwe bidin herêma rojhilatê Firatê, li eniyên Şêrawa û Cebel Lîlûn ketine tevgerê.
Hate diyarkirin, artêşa Tirk jî çend deverên Celbera û derdora Meryemînê bombebaran kiriye û piştî ku topek li ser maleke li gundê Meryem ketiye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên rejîma Sûriyeyê bersiv dane vê topbaranê.
PeyamaKurd / Efrîn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin