SOHR: Komên çekdar li Efrînê 5 kes revandin
PeyamaKurd - Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi ser artêşa Tirkiyeyê ve ne, li herêma Efrînê ya dagîrkirî 5 kes revandin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, hêzên Tirkiyeyê bi hevahengiya koma bi navê Polîsê Leşkerî, welatiyek li gundê Dîkê yê Bilbilê û li gundê Alçiya yê navçeya Şera jî welatiyekî din revandin ku ji Libnanê vegeriyabû.
SOHRê diyar kir, 2 kes jî li gundê Meydankê bi tohmeta ku pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re heye ji aliyê îstixbarata Tirk ve hatine girtin.
Herwiha SOHRê daye zanîn, welatiyekî din jî li taxa Eşrefiyê ya Efrînê bi tohmeta ku berê bi hêzên asayîşa Rojava kar re kiriye, hatiye girtin.
Çalakvanên Efrînê radigihînin ku mebest bi girtin û revandina welatiyan ew e ku komên çekdar kurdên Efrînê neçar bikin dest ji cih û warê xwe berdin. Ji ber van kiryarên revandin, îşkence, fîdye, bac û gefxwarinê gelek welatiyên herêma Efrînê koçber bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin