Komên çekdar li Efrînê 3 kesan revandin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ku herêma Efrînê dagîr kirine, 3 welatiyên Kurd revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku koma çekdar a bi navê 'Polîsên Medenî' roja 25ê Adarê kalemêrekî 70 salî yê bi navê Ebdulezîz Ehmed Îbrahîm ku beriya çend rojan ji herêma Şehbayê vegeriyabû Efrînê, li bajarokê Cindirêsê revandiye.
Rêxistinê diyar kir ku roja 23ê Adarê jî kalemêrê 64 sal yê bi navê Mihemed Husên li gundê Gemrûkê yê ser bi navçeya Mabeta hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir ku welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl Mihemed ê 40 salî jî di 29ê Adarê de ji aliyê komeke çekdar ve hatiye revandin û piştî dana 7 hezar dolarî hatiye berdan.
Şeş sal bi ser dagirkirina artêşa Tirk û komên girêdayî wê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve çû û heta niha zêdetirî 9 hezar kes ji aliyê van komên çekdar ve hatine revandin û çarenûsa gellek ji ew kesên hatine revandin nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin