Efrîn: Komên çekdar 15 kesan revandin

15 August 2024 16:26 0 dîtin
Efrîn: Komên çekdar 15 kesan revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine, 15 kesan revandine ku di nava wan de 3 jin û 6 zarok hene.

Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Efrînê di heyama hefteyekê de 15 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

SOHRê diyar kir ku di nava kesên hatine revandin de, 3 jin ku yek ji wan ducanî ye û 6 zarok jî hene.

Rîwangehê amaje bi wê kir, 8 kes (2 jin û 5 zarokan) hatine berdan, lê belê hîna çarenûsa 7 kesên din ne diyar e.

SOHRê da zanîn ku koma çekdar a bi navê Polîsên Leşkerî, welatiyek neçar kirine ku xwe radestî wan bike, piştî ku skence li jin û zarokên wî kirine ku tawanek derew (bikaranîna madeyên hişbir) jê re lihev anîn.

Zêdetir ji şeş salan re ye herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagirîkirî ye û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.