Efrîn | Komên çekdar 7 Kurd ji bo fîdyeyê revandin

09 October 2022 12:00 0 dîtin
Efrîn | Komên çekdar 7 Kurd ji bo fîdyeyê revandin

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komeke çekdar a bi ser artêşa Tirkiyê ve, li navçeya Şêrewa ya Efrînê 7 kesên sivîl revandin.

Li gorî rapora rêxistinê, koma çekdar a navê “Feyleq El-Şam” dohî 8ê Cotmeha 2022an, 7 welatiyên Kurd ji gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrewa revandin.

Hat eşkere kirin ku navên kesên hatine revandin jî; Hemze Ehmed Hesen, Hemo Silêman Gulexeyrî, Silêman Mihemed Gulexeyrî, Sîdo Elî Gulexeyrî, Mihemed Îbrahîm Gulexeyrî, Mehmûd Îbrahîm Gulexeyrî û Mistefa Mihemed Gulexeyrî ne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn, çekdaran kesên revandî birine girtîgeha li gundê Îska û li hember berdana wan, daxwaza fidyê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji Adara 2018an dema dagirkirina Efrînê ve, heta niha 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan jî zelal nebûye.