Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 2 ji wan jin 6 Kurd li Efrînê girtin
PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 2 ji wan jin, 6 Kurd li Efrînê girtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir, ew 6 welatî, do ji navçeyên cuda yên Efrînê hatine girtin ku 2 ji wan jin in.
Heman Navendê da zanîn, di dema girtina wan welatiyan de, çekdaran malê wan jî talan kirine û derî û pencereyên malê jî şikandine. Heta niha sedem û cihê girtina wan nayê zanîn.
Li gor amarên ku Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê belge kirine, ji destpêka îsal ve heta niha 639 kes li Efrînê hatine girtin ku di nava wan de 11 zarok, 34 jin û 198 nexweş hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin