Komên çekdar ên girêdayî artêsa Tirkiyê 3 welatiyên Kurd revandin

28 September 2022 13:35 0 dîtin
Komên çekdar ên girêdayî artêsa Tirkiyê 3 welatiyên Kurd revandin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê, 3 welatiyên Kurd ji bajarokê Cindirêsê yê Efrînê revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê di raportekê de belav kir, koma çekdar a navê “Polîsê Sivîl” roja 22ê Îlona 2022an, 2 welatiyên Kurd (Mehemed Gulîn Reşîd û Mehmûd Mihemed) ji bajarokê Cindirêsê revandin.

Herwiha da zanîn, ew her du kes bi tohmeta ku berê pêwendiya wan wan bi Rêveberiya Xweser re hebû hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirova jî eşkere kir, komeke çekdar 70 darên zeytûnan li gundê Xaziyana ya li navçeya Mabeta û 15 dar li Bêlê yê li navçeya Şera qut kirin.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, komên çekdar û Erebên ku li herêma Efrînê hatine bicihkirin, berhemên zeytûnan berî dema wê li gelek navçe û gundên Efrînê diçinin û didizin. Tevî ku xwediyên zeytûnan gilî li aliyên pêwendîdar tomar kirine jî, lê ti proseya dizîna zeytûnan berdewam e.