Artêsa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê êrîsî gundên Girê Spî kirin
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, do di saetên şevê de êrîşî gundên navçeya Girê Spî kirin.
Dewleta Tirkî, do derdora saet 10ê şevê de bi çekên giran êrîşî gundê Erîda, Wesome, û Sewami Qizelî yê girêdayî rojavayê Girê Spî kirin.
Piştî wan gundan, Tirkiyê êrîşên xwe berfireh kirin û gundên Kopirlik, Huriye, Cirin û gelek gundên din jî topbaran kirin. Li gel topbaranê jî, bombeyên şewqê avêtin.
Di encama topbaran de agir bi zevî û malên sivîlan ket.
Beriya 2 rojan jî dagirkeran gundê Erîda û Bîr-kêtik yên Girê Spî topbaran kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin