Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 6 welatiyên Kurd revandin
PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 6 welatiyên Kurd ji gundê Darkiriyê yê navçeya Mabata û welatiyek ji gundê Dêrswanê yê gundewarên Efrîn a Rojavayê Kurdistanê revandin.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriyê ragihand, roja 16ê Tîrmehê, çekdarên komên ser bi Tirkiyê, 6 welatiyên Kurd ji gundê Darkiriyê yê navçeya Mubata ya Efrînê revandin. Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriyê, navê du kesên hatine revandin belav kir: Adel Bayram ê 55 salî û Ehmed Prîmko yê 60 salî.
Herwiha heman çavkaniyê destnîşan kir, roja 14ê Tîrmehê jî komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, welatiyê bi navê Hisên Hedik bi tohmeta karkirina ligel Rêveberiya Xweser ji gundê Dêrswanê yê navçeya Şiran a herêma Efrînê revandine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin ku roja 9ê Tîrmehê jî komên çekdar welatiyê bi navê Dr.Osman Henan ê 70 salî ji gundê Badîne yê Mabata ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê girtibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin