Efrîn | 5 welatiyên din ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

03 March 2022 14:33 0 dîtin
Efrîn | 5 welatiyên din ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

PeyamaKurd Çalakvanên Efrînê diyar kirin, çekdarên koma Polîsê Leşkerî, di 1ê Adarê de 2 welatiyên bi navê Ebdo Mihemed Cabo û Ebdo Xelîl Hiso ji gundê Kaxirê ya navçeya Mabeta revandin.

Li gor çalakvanan, heman koma çekdar roja 1ê Adarê jî 2 kes bi navê Hesen Mihemed Mamo û Mihemed Cafer ji gundê Şorebe yê li navçeya Mabeta revandin.

Herwiha çalakvanên Efrînê eşkere kirin, roja 1ê Adarê welatiyê bi navê Mehmûd Eslan Sîdo yê gundê Ebîdanê yê li navçeya Bilbilê li ser rêbendeke Polîsa Leşkerî hat revandin.

Çalakvanan destnîşan kir, çekdaran dest danîn ser otomobîla Mehmûd Eslan Sîdo û li hember berdana wî, daxwaza 20 hezar Dolar ji malbata wî kirine.