Efrîn | 5 welatiyên din ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin
PeyamaKurd – Li navçeya Mabata ya Efrînê, 5 welatiyên din ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin.
Rêxisitna Mafên Mirova ya Efrînê diyar kir, çekdaran dîsa weke her carê bi hincetên berê 5 welatî revandine.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Mihemed Mistefa yê 50 salî, Ebdo Bekir Elî yê 55 salî, Sebrî Mistefa Şaşo yê 60 salî ji gundê Dargirê, Ferîd Arif Kûsa yê ji gundê Gemrûkê û Menan Mistefa Axa yê 70 salî ye.
Herwiha hat ragihandin ku aqubeta kesên hatin revandin ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin