Efrîn | 7 welatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin girtin

26 August 2022 12:15 0 dîtin
Efrîn | 7 welatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin girtin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li Efrînê 7 welatiyên Kurd girtin.

Li gor zanyariyan, li gundê Remedan a ser bi navçeya Şiyê ya Efrînê, polîsê ser bi Tirkiye welatiyek bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin, hevdem li gundê Dêr Siwanê yê ser bi nahyeya Şera ve jinek û li gundê Qirzîhil ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê 5 kes bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin.

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirin, ew heft welatiyên Kurd li nahiyeyên Şiyê, Şêrawa û Şera yên Efrînê hatine girtin.

Di derbarê bûyerê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) destnîşan kiriye, li gundê Remedan a ser bi nahyeya Şiyê ya Efrînêve polîsê leşkerî yê ser bi Tirkiyê ve welatiyek bi tohmeta “pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtine, herwiha li gundê Dêr Siwanê yê ser bi nahyeya Şera ve jinek girtine.

Herwiha SOHR diyar kiriye, komên çekdar li gundê Qirzîhil ê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê ve jî 5 kes girtine. Li gor heman çavkaniyê, ew 5 kes bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku “têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re” hebûye.