Komên cîhadî li Efrînê 4 welatiyên Kurd revandin

27 April 2022 15:05 0 dîtin
Komên cîhadî li Efrînê 4 welatiyên Kurd revandin

PeyamaKurd-Li Efrînê ji aliyê komên cîhadî ve 4 welatiyên Kurd hatin revandin. Hat zanîn ku mal û milk û xaniyê welatiyekî Kurd jî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên herêmî, duh li Efrînê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve êrîşî welatiyên Kurd kirine. Hat zanîn ku 4 welatiyên Kurd ên herêmê hatine revandin û di derbarê kesên hatine revandin de heta niha agahiyek nehatiye bidestxistin.

Rewşeke din a ku di nav xelkê herêmê de bûye cihê xof û fikaran ew e ku li gorî agahiyan, fermandarekî komeke cîhadî, ferman daye ku mal û milkên welatiyekî Kurd werin desteserkirin û wî fermandarî jî xwe di nav mala wî welatiyê Kurd de bi cih kiriye.