Li Efrînê 4 welatiyên Kurd hatin revandin

24 December 2023 13:36 0 dîtin
Li Efrînê 4 welatiyên Kurd hatin revandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji aliyê komeke çekdar a Tirkiye piştevaniya wê dike ve, li Efrînê 4 welatiyên Kurd hatin revandin.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, koma çekdar a bi navê “Polîs3e Leşkerî” roja 22yê vê mehê bi ser gundê Dargirê yê li navçeya Mabeta de girt û 3 kes revandin.

Hate eşkere kirin ku kesên hatine revandin; Sebrî Mistefa Şaşo, Beşar Mihemed, Mistefa Mihemed Ehmed in û bi tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye, hatine girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan da xuyakirin, roja 7ê Kanûnê jî ciwanê bi navê Selah Zêno jî bi heman tometê li Efrînê hatiye revandin û çarenivîsa wî hê jî nediyar e.

Ji Adara 2018an dema dagirkirina Efrînê heta niha, herî kêm 9 hezar kes hatine revandin û tevî ku hinek kes bi fîdyeyan têne berdan jî çarenivîsa gelek kesan diyar nebûye.