SOHR: Di 48 saetan de li Efrînê zêdetirî 10 welatiyên Kurd hatin revandin

21 February 2020 18:00 0 dîtin
SOHR: Di 48 saetan de li Efrînê zêdetirî 10 welatiyên Kurd hatin revandin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di 48 demjimêrên borî de komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bêhtirî deh welatîyên Kurd yên sivîl ji navçeya Raco ya Efrînê revandine.

SOHRê da xuyakirin ku komên çekdarên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin di dema 48 saetên borî de zêdetirî deh welatîyên Kurd yên sivîl ji gundên ser bi navçeya Raco ya Efrînê revandine û bêyî tohmetên li ser wan eşkere bikin ew birine cihekî nediyar.

SOHRê diyar kiriye ku mebesta Tirkiyê û komên çekdar ji vê yekê ew e ku xelkên bajarê Êfrînê neçar bibin mal û milkên xwe berdin û birevin, pişt re jî koçberên gundewarê Idilbê û Helebê di malên wan de werin bicihkirin.

Herwiha çavkaniyên ji Efrînê jî di rojekê de revandina 5 Kurdan li navçeyên Şera û Racoyê ragihandine ku navên wan jî wiha ne: Ehmed Mihemed (35), Ehmed Elî Hemo (37) ji gundê Şeltehît yê Navçeya Bilbilê, Henan Hesen Ebd ji gundê Mersaw yê Bilbilê, Azad Mihemed Elî Silêman ji gundê Goliya yê Raco yê û ciwanê 17 salî yê bi navê Ziyad Horo Bin Mistefa.

Herwiha wan çavkaniyan daye zanîn ku komên çekdar berhemên dîrokî yên li girê Alçiya yê navçeya Bilbilê jî talan kirine.