Li Efrînê 2 welatiyên Kurd hatin revandin

03 September 2021 11:32 0 dîtin
Li Efrînê 2 welatiyên Kurd hatin revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê komên çekdar û hêzên ser bi Tirkiyê ve, di 2ê Îlonê de 2 welatiyên Kurd revandin.

Li gor zanyariyan, ew kesên ku hatine revandin ji gundê Kêla yê ser bi nahiyeya Bilbilê ve ne û ber bi cihekî nediyar hatine veguhastin.

Kesê ku hatine girtin, Ehmed Reşîd 50 salî, Eslan Şêxmûs Hebeş 38 salî ye.