Li Efrînê 3 kes ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

13 July 2022 12:42 0 dîtin
Li Efrînê 3 kes ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin

PeyamaKurd Li Efrînê 3 kes ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatin revandin.

Li gor zanyariyan, komen çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li gundê Kûra yê girêdayî navçeya Cindirêsê girtin ser malan û 3 welatî revandin.

Hat ragihandin, navên kesên ku aqûbeta wan nehat zanîn wiha ne: Mihemed Îsmaîl Wehîd (32), Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal (34).