Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê gundewarên Efrînê topbaran dikin
PeyamaKurd – Gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cîcan û Til Medîq ên Şehba ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê hatin topbarankirin.
Li gor hat zanîn, roja Şemiyê 7ê Gulana 2022an gundên Efrînê bûne hedefa topan û êrîş hîn jî berdewam dikin.
Herwiha hat eşkerekirin, do jî Tirkiyê Til Rifet û gundên Aqibê, Benê, Dêrcimêlê, Ziyaret û Soxanekê yên navçeya Şêrawa bi topên obusê bombebaran kir û zêdetirî 100 topên obusê li van gundan ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin