Komên çekdar ên girêdayî Tirkiye dest bi qutkirina ava Çemê Xabûr jî kirin
PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiye dest bi qutkirina ava Çemê Xabûr jî kirin, da ku avê ji hêleke din li ser Rojavayê Kurdistanê qut bikin.
Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirkî, dest bi qutkirina ava çemê Xabûrê bi rêya firehkirina çem û bilindkirina satirên axî li pêş herikîna avê kirin.
Li gor çavkaniyên herêmî yên taybet ji hundirê Serêkaniyê, têkildarî kirinên çeteyan ev agahî dane: Ev çend roj in komên çekdar bi rêya treks û alavên giran, dest bi firehkirina çemê Xabûrê, taybet nêzî gundê Menacîr ê dagirkirî kirine.
Çete bi vê dixwazin ava Xabûrê jî qut bikin û birçîkirina gelên Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin