Li Minbicê serê HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê dest pê kir
PeyamaKurd - Li demeke ku artêya Sûriyê ji bo kontrola Minbicê bistîne dikeve bajêr, komên çekdarên tundrew ên girêdayî Tirkiyê dest bi êrîşê kirin.
Hat ragihandin ku li ser xeta çemê Sacûrê di navbera komên çekdar û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şer û pevçûnan dest pê kiriye.
Piştî rêkeftina HSD û artêşa Sûriyê ku ji bo parastina wan herêmên di bin gefa êrîşên Tirkiyê de hêzên Sûriyê tên bicihkirin, komên çekdarên tundrew ên girêdayî artêşa Tirkiyê gef xwaribûn ku ew dê Minbicê kontrol bikin û bi hêzên rejîmê re şer bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku fermana şer û êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê daye jî îro ragihand ku ew dê bikevin Minbicê û êrîşên xwe berdewam bikin.
Li pey gotinên Erdogan bi çend saetan komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê dest bi êrîşê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin