Li Serêkaniyê çekdarên girêdayî Tirkiyê 5 girtî bi 4 hezar dolaran berdan

25 June 2023 15:12 0 dîtin
Li Serêkaniyê çekdarên girêdayî Tirkiyê 5 girtî bi 4 hezar dolaran berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koma Çekdar a bi navê Ehrar Şerqiye ya bi ser artêşa Tirkiyeyê ve, li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, 5 girtiyên ji Sûrîyê ku berê girtibûn li beramber 4 hezar dolaran ji girtîgehê berdan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku roja 24ê Hezîranê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Ehrar Şerqiye 5 welatiyên Sûrî ku beriya niha dema xwestibûn derbasî aliyê Tirkiye bibin hatibûn girtin, li beramberî 4 hezar dolaran berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çekdarên koma Sultan Murad jî 29ê Nîsanê li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, 40 kesên sivîl û çekdar bi hinceta qeçaxçîtiyê girtibûn ku li gorî çavkaniyan girtina wan kesan girêdayî nedana baca derbasbûna bo aliyê Tirkiyê bûye.

Li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê binpêkirinên mafên mirovan ji sala 2018an ve dewam dikin û heta niha gelek belge li ser hatine tomarkirin.