Rojava | 'HSDê li Serêkaniyê 9 çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê kust'

10 October 2019 16:06 0 dîtin
Rojava | 'HSDê li Serêkaniyê 9 çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê kust'

PeyamaKurd - Çavkaniyên medyayî ji Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku li derdora bajarokê Serêkaniyê şer û pevçûna navbera çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê û HSDê de berdewam e û HSDê 9 çekdar kuştine.

Li gorî heman çavkaniyan heta niha jî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wan, ti navçeyekê li Rojavayê Kurdistanê kontrol nekirine.

Êrîşa Tirkiyê ya yekalî ku bê rizamendiya civaka navdewletî doh 9ê Cotmehê dest pê kir û îro jî tevî bikaranîna balafirên şer û hêzên bejahî berdewam dike.

Li aliyê din şervanên Rojavayê Kurdistanê jî radigihînin ku ew dê heta dawiyê erda xwe biparêzin.