Rojava | Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê di nava 2 salan de 52 baregeh ava kirine
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, li herêmên dagirkirî, di nava 2 salan de 52 baregeh ava kirine û bi rêya van baregehan, êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin.
Dewleta Tirkî, bi taybet li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî bi dehan baregehê leşkerî ava kirine.
Li gor zanyariyan, di nava 2 salan de li wan herêman 52 baregehên leşkerî çêkirine, çekên giran û bi hezaran leşker jî li wan baregehan bi cih kirine.
Hat zanîn, baregeh bi dirêjahiya 135 km û ferehiya 30 km li xeta aniyên şer hatine avakirin.
Hejmar û cihê baregehan wiha ye:
Li gundewarên navçeya Eyn Îsayê û Girê Spî 22 baregeh.
Li Serê Kaniyê 30 baregeh û ya herî mezin jî li dibistana El-Razî ya li navenda bajêr e.
Li gundewarên Til Temirê jî 10 baregeh.
Ji bilî van baregehan, gundên Um Uşba û çewlika mirîşkan ên Til Temirê jî veguherandine qadên leşkerî.
Ev baregeh li eniyên şer ên Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin û bi rêya wan, rojane sivîlên li herêmê rastî êrîş û topbaranê tên û di encamê de ew birîndar dibin û tên kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin