Welatiyek ji aliyê Artêsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hat revandin
PeyamaKurd – Welatiyek ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li navçeya Raco ya Efrînê hat revandin.
Li gor ajansa Hawarê diyar kiriye, çekdarên artêşa Tirk “20 Hezîranê ji gundê Memila ya navçeya Racoyê welatiyek revand.”
Hat zanîn ku navê kesê revandî Ehmed Ebdulrehmen Meamo ye û dema ku Ehmed ji karê xwe vedigeriya mala xwe ya li taxa Zêdiyê, tê revandin.
Herwiha hat ragihandin, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve ev cara sêyemîn e Ehmed ji aliyê çeteyan ve tê revandin û her carê jî ji bo berdana wî, çekdar pereyan ji malbata wî distînin.
Agahî eşkere dikin ku çekdaran Ehmed jî mîna yên berî wî, ber bi cihekî nediyar ve birine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin