Li ser sînor welatiyek bi êskenceyê ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hat kustin
PeyamaKurd – Li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, welatiyek bi êşkenceyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat kuştin.
Li gor zanyariyan, welatiyê bi navê Ridwan Numan El-Ehmed, tevî du hevalên xwe hewl didan ji gundê Erada yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ya dagirkirî berê xwe bidin Tirkiyê, lê artêşa Tirk li ser sînor ew girtin û êşkence li wan kirin.
Di encama êşkenceyê de gelek parçeyên bedena Numan El Ehmed şikestin û ji ber wê da.
Cenazeyê Ridwan El-Ehmed ê ji herêma Şedadê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeya Dirbêsiyê da ku malbata wî wergirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin