Artêsa Tirkî li ser sînor bi guleyan welatiyekî ji Kobanî kust
PeyamaKurd – Leşkerên Artêşa Tirkî, li ser sînor bi guleyan êrîşî welatiyê bi navê Mihemed Ehmed ê ji gundê Kor Elî yê Kobanî kirin û di encamê de ew qetil kirin.
Li gor zanyariyan, Mihemed Ehmed yê 26 salî û bavê 4 zarokan e, do dema ku li nava zeviyên xwe yên li nêzî sînor ê Tirkiyê ve bû, ji hêla leşkerên artêşa Tirk ve hat qetilkirin.
Herwiha hat eşkerekirin, pêr di roja bûyerê de ji ber êrîşên dewleta Tirk nekarîn meyt bînin, lê piştî demekê şêniyên gund do meytê Mihemed Ehmed anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin