Navenda bajarê Qamislo ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat bombebarankirin
PeyamaKurd – Navenda bajarê Qamişlo ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hat bombebarankirin û di encamê de kesek hat kuştin û rêveberekî pilebilind ê HSDê û kesekî din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê di 24 saetên borî de 18 êrîşên bi dronan li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne, ji wan 17 êrişên ser parêzgeha Hesekê û êrişek jî li parêzgeha Helebê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir û got, derengiya şeva borî artêşa Tirkiyê barhilgireke biçûk li folka Qermûtî ya li navenda bajarê Qamişlo armanc kir û di encamê de ajokarê barhilgirê hat kuştin û fermandarê di HSDê de Rêzan Gilo û Serokê Şaredariya gundê Hîmo Hesen Mecdî jî birîndar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Artêşa Tirkiyê ev çar roj in dest bi operasyoneke asmanî li dijî Rojavayê Kurdistanê kiriye û do jî 3 kêlgehên petrolê, derdora zîndana Çirkîn a ku endamên DAIŞ lê girtî ne, Ofîsa Pêwendiyan a HSDê ya li nava baregeha Rûsî li gundê Mebaqir ê ser bi Til Temirê ve û kampa Holê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl û şervanên HSDê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin