Hêzên Koalîsyonê derbasî navenda bajarê Kobanê bûn
PeyamaKurd – Hate diyarkirin ku hêzên leşkerî yên di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê danê vê sibehê saet derdora 10.00an de bi wesayîtên leşkerî ketin navenda bajarê Kobanê.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyek herêmî dane Rûdawê, îro danê sibê hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî derbasî Kobanî bû. Lê çavkaniyê derbarê hêza ku derbasî Kobanî bûye de agahî nedaye. Heman çavkaniyê her wiha agahî par ve kir ku ew hêz dê li Kobanî bimîne.
Di 8ê Kanûna 2024an de Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) Şama paytexta Sûriyê xist bin kontrola xwe û desthilatdariya rêveberiya Beşar Esed bi dawî bû.
Piştî rûxandina Esed, Tehrîr El Şam piraniya axa Sûriyeyê xist bin kontrola xwe. Herwiha hêzên Rûsyayê yên li Kobanî jî vekişiyan.
Li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de di navbera HSDyê û Artêşa Neteweyî ya Sûrî (ANS)ê de şer û pevçûn derketin.
Kobanî hê jî di bin gefa êrîşên Tirkiyê û komên ANSyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin